Vexwendina El Şara bo DYA’yê û dosyaya Lubnanê rojevên rojnameyan in

Vexwendina serokê hikumeta demkî Ehmed El Şara bo Washingtonê pirsan li ser rola ku Şam dikare di amadekariyên qonaxa bê de bilîze, derdixe holê. Di heman demê de nîqaşên berdewam ên li ser pirsgirêkên serweriyê ya Lubnanê û hewldanên Fransa û Erebistana Siûdî ji bo piştgiriya dewleta Lubnanê û xurtkirina rola saziyên wê wekî rojevên sereke cih girt.

Vexwendina El Şara bo DYA’yê û dosyaya Lubnanê rojevên rojnameyan in
12 hezîran, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser serdana ku dê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara li Washingotinê pêk bîne, armancên wê yên siyasî û ewlehî, her wiha geşedanên li Lubnanê.

‘EL ŞARA JI BO WASHINGTONÊ HAT VEXWENDIN… GELO HIZBULLAH HEDEF E?’

Rojnameya El Ereb cih da vexwendina serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şara bo Washigtonê ku dê di navîna vê Hezîranê de pêk were. Hate gotin, ev serdan guhertineke mezin di têkiliyên Sûriye-DYA’yê de nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, vexwendin bi daxuyaniyên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ve girêdayî ye ku îhtîmala lîstina rolekê di şerê li dijî Hizbullahê de li Lubnanê nîşan dide. Ev yek rê li ber îhtîmalên tevlêbûna Şamê di nav rêkeftinên nû yên ewlehiya herêmî de vedike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku rêveberiya DYA‘yê wekî tevkarekî muhtemel di kontrolkirina sînorê Lubnan-Sûriyeyê, rêgirtina li ber desteka lojîstîk bo Hizbullahê dibîne. Ev yek jî di çarçoveya siyaseta zêdekirina zextê li ser Îranê û hevalbendên wê de tê kirin.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku "Beşdariya Şamê di şerekî rasterast ê li dijî Hizbullahê de rastî pirsgirêkên mezin ên siyasî û ewlehiyê tê, nemaze ku armancên pêşîn ên desthilata nû ya Sûriyeyê ji nû ve avakirina dewletê, pêkanîna aramiya navxweyî, hesasiyeta dosyaya Lubnanê û pirsgirêkên herêmî ye.”

‘DU STRÎ DI QIRKA SERWERIYA LUBNANÊ DE NE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser dosyaya serweriya Lubnanê û diyar kir ku Lubnan ji bo bihêzkirina desthilata dewletê û berfirehkirina serweriya xwe li ser tevahiya xaka xwe, rûbirûyî pirsgirêkên zêde ye.

Rojnameyê behsa zextên li ser Lubnanê kir û ev nirxandin parve kir: "Zext ji 3 aliyên sereke ve tên; Îran hîna jî bi rêya Hizbullahê bi rola xwe û bandora xwe ya li Lubnanê ve girêdayî ye. Îsraîlê jî operasyonên xwe yên leşkerî didomîne. Ev jî bûne sedema lawaziya îstiqrara Lubnanê. Lê pirsgirêka herî sereke navxweyî ye ku girêdayî sepandina têgeha hemwelatîbûnê û yekitiya neteweyî ya dûrî parçebûnên taîfî û nasnameyî ye. Pêkanîna serweriya rasteqîn lihevhatineke nîştimanî ya rasteqîn hewce dike ku berjewendiyên dewletê esas bigire."

‘FRANSA SIYASETA XWE YA LI HEMBER LUBNANÊ BI RÊYA ARTÊŞ Û KONTROLA SÎNORAN AVA DIKE’

Rojnameya El Modon bal kişand ser tevgera Fransayê ber bi Lubnanê ve. Rojnameyê cih da serdana wezîrê karên derve û koçberan ê Lubnanê Yûsif Racî bo Parîsê, di heman demê de nîşaneyên vebûna nû ya Erebistana Siûdî ji dewleta Lubnanê re û biryara dubarekirina wergirtina hinardekirina Lubnanê.

Rojnameyê ragihand ku Fransa piştgiriya xwe bi saziyên Lubnanê, bi taybet bi artêşê re dubare kiriye û diyar kir ku dema ku şertên guncaw pêk werin, ew amade ye konferanseke navneteweyî ji bo piştgiriya leşkerî li dar bixe. Her wiha hate gotin, Parîsê jî eleqeyeke taybet bi siberoja UNIFIL û rêkeftinên ewlehiyê yên potansiyel li başûrê Lubnanê nîşan daye.

Rojnameyê helwesta Lubnanê wiha nirxand: "Helwesta Fransayê li ser du rêyên paralel hatiye avakirin; redkirina berfirehkirin an guhertinên meydanî yên ku ji hêla Îsraîlê ve di nav axa Lubnanê de têne ferzkirin, di heman demê de piştgirîkirina hewldanên dewleta Lubnanê ji bo sînordarkirina çekan bi saziyên rewa û xurtkirina rola artêşê di parastina aramiyê de.”

Rojnameyê her wiha diyar kir ku tevgera dawîn a Siûdiyê ber bi Lubnanê ve dibe ku ji bo jinûve aktîfkirina hewldanên navneteweyî yên ku piştgiriyê didin dewleta Lubnanê û saziyên wê, atmosfereke siyasî û darayî ya guncawtir peyda bike.

(bb)