Ji bo piştgiriya çareseriya ‘du dewletan’ li Fransayê civîn tê lidarxistin

Bi armanca piştgiriya çareseriya ‘du dewletan’ Fransa îro pêşaziya civînekê dike. Rêxistinên civaka sivîl a Îsraîl û Filistînê û berpirsên navneteweyî dê beşdar bibin.

Ji bo piştgiriya çareseriya ‘du dewletan’ li Fransayê civîn tê lidarxistin
12 hezîran, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, rêxistinên civaka sivîl ên Îsraîl û Filistînê îro li Fransayê dicivin da ku ji civaka navneteweyî bixwazin ku piştgiriya çareseriya ‘du dewletan’ bikin.

Wezîrên karên derve û berpirsên payebilind ên bi dehan welatan beşdarî civînê dibin. Civîn salek piştî Danezana New Yorkê tê lidarxistin ku nexşerêyek ber bi avakirina dewleteke Filistînê ve danî û 12 dewletên wekî Fransa, Brîtanya û Kanadayê diyar kir ku dewleteke Filistînê nas bikin.

Civîn dê bi "bangeke xebatê" bi dawî bibe ku daxwaza agirbesteke daîmî, rawestandina avakirina wargehan, ji nû ve avakirina Xezayê, reformên rêveberiyê û zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo civaka sivîl bike.

Balyozxaneya Îsraîlê di daxuyaniyekê de got "Balyoz vexwendname wergirt, lê ew ê beşdarî civînê nebe, ji ber ku tu eleqeya wê bi pêşvebirina aştiyê re tune ye" û her wiha got Fransa nikare rola navbeynkariyê di navbera Îsraîl û filistîniyan de bilîze.

(k)