Aho Hena: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan çavkaniya îlhamê ye

Hevserokê Partiya Soraya ya Demokratîk Aho Hena, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re bûne çavkaniya îlhamê.

Aho Hena: Ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelan çavkaniya îlhamê ye
14 îlon, 2025   03:45
QAMIŞLO
KESLSÛMA ELÎ

Hevserokê Partiya Soraya ya Demokratîk Aho Hena, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û da zanîn ku kampanyaya  ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiya ragihandin îradeya gelên ku aştî û demokrasiyê dixwazin nîşan dide.

Hena diyar kir ku wî di  salên 1980`an ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye û got, naskirina ramanên wî wekî xaleke girîng di têkoşîna xwe de bi nav kir. Hena got, ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wî û ji bo gelên herêmê çavkaniyek kûr a îlhamê ye.

Hena ev li gotinên xwe zêde kir, "Ji nîvê salên 1980`an vir ve min  ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwend. Di salên 1990`an de, min gelek pirtûk û belavokên wî xwendin. Van pirtûkan bandorek kûr li min kirin û ji bo min bûn egera ku ez vê ezmûna ramyarî û têkoşînê di jiyana xwe de bicîh bînim û xizmeta gelê me yê şoreşger ji hemû pêkhateyên cihêreng, Suryanî, Keldanî, Kurd û Ereb, hem li welêt û hem jî li derveyî welêt, bikim. "

Der barê kampanyaya bi dirûşmeya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" de Hena got "Em piştgirya didin hemû kesên ku banga vê kampanyaya mirovî kirine ku bi rêya wê em hewl didin edaletê pêk bînin. Rêber Ocalan bi neheqî hate girtin, bêyî ti bingehên qanûnî hate darizandin û cezayek ne li gorî rola wî ya dîrokî lê hate birîn. Lê rastî  yên ku wî girtin û li dijî gelê me hovîtî kirin, ew in ku heq dikin werin darizandin. "

Hena wiha berdewam kir, "Em bi îradeya xwe ya azad tevlî vê kampanyayê dibin, pêşî ji bo pêkanîna edaletê û dûv re jî ji bo berdana rêbertî da ku ew bikaribe vegere û xizmeta gelê xwe bike."

Hena destnîşan kir ku bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir kûr bû û ev li gotinên xwe zêde kir "Ji ber ku ew bû egera xurtkirina nirxên edaleta civakî, hevgirtin û biratiya di navbera gelan de."

Hevserokê Partiya Soraya ya Demokratîk Aho Hena diyar kir ku wê kampanya berdewam bike heta ku bigihîje armanca xwe anku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ramyar, rêber û sembola azadiya gelan û got: "Em hêvî dikin ku em bigihîjin vê armancê. Em hewildanên her kesên ku piştgirî da û tevlî vê kampanyaya mirovî bû, girîng dinirixînin. "

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan di 20`ê Tebaxê de, di çarçoveya  kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" kampanyayek berhevkirina îmzeyan a li seranserê welêt da destpêkirin.

(k)

ANHA