Vê hefteyê mudîrê CIA serdana Qahîreyê dike

Çavkaniyekî payebilind diyar kir ku tê payîn mudîrê CIA vê hefteyê ji bo tedbîrên dan û standina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de serdana Qahîreyê bike.

Vê hefteyê mudîrê CIA serdana Qahîreyê dike
7 tîrmeh, 2024   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El Qahîre El Exbariye ya Misrê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî payebilind diyar kir ku tê payîn mudîrê CIA William Burns vê hefteyê serdana Qahîreyê bike ku tedbîrên dan û standina agirbestê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk bîne.

Heman çavkanî got tê payîn mudîrê CIA vê hefteyê serdana Qahîreyê bike ku beşdarî dan û standinên têkildarî girêbesta dîlgirtiyan û bidawîkirina şerê ji 9 mehan ve dike, be.

 Çavkanî demeke berê ya îro gotibû Burns dê di vê hefteyê de serdana Qeterê bike.

El Qahire El Exbariye jî diyar kiribû ku dê Misr vê hefteyê şandeyeke Îsraîlî pêşwaz bike.

(fr)