Hewldanên vejandina DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî wê

Ji bûyerên ku di 6 mehên dawîn de rû dane, hewldanên vejandina çeteyên DAIŞ’ê xuya dibin. Pisporên rêxistinên tundraw destnîşan dikin ku dibe çeteyên DAIŞ’ê sûdê ji bêxemiya civata navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û êrişên xeternak pêk bînin.

Hewldanên vejandina DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî wê
8 tîrmeh, 2024   03:45
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23’yê Adara 2019’an qedandina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngarî de li baregeha wan a dawîn Baxozê, ragihandibû. Lê tevî vê yekê îhtîmalên ku DAIŞ careke din zindî bibe, dewam dikin.

Di navîna dawîn a îsal de, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê gelek êrişên dijwar li Sûriyeyê pêk anîn. Ev rêje li gorî salên borî zêdetir e.

Enstîtuya Aborî û Aştiya Navneteweyî hejmara 11’an a Endeksa Terorîzmê ya Cîhanê ya îsal weşand. Li gorî raporê, çeteyên DAIŞ’ê di sala 2022’yan de 152 êriş, di sala 2023’yan de 224 êriş kirin. Di raporê de Sûriye wek welatê ku herî zêde ji ber êrişên DAIŞ’ê zirar dîtiye, hatiye sinifandin.

Li gorî daxuyaniyên QSD’ê û hêzên Asayîşê, çeteyên DAIŞ’ê ji 1’ê Çileya îsal heta 30’ê Nîsanê 177 êriş li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. Di Gulanê 24 êriş û ji yek heta 17’ê Hezîranê jî 9 êriş pêk anîne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê 4’ê Tîrmehê bîlançoya 6 mehan a têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê aşkera kir. QSD’ê ragihand ku di 28 operasyonan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 233 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û 10 çete jî hatine kuştin.

Çavkaniyên ewlehiyê ji ajansa me re aşkera kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê xwe li parêzgehên Diyala, Enbar, Hedîsa û Qaîm ên Iraqê bi rêxistin dikin û tevgera wê li ser sînorê Sûriye-Iraqê zêde bûye. Çavkaniyan diyar kir ku çete komên ji bo çêkirina teqemeniyan, komên xwekuj û yên çekdar li van herêman amade dikin. Her wiha motorsîklet û erebeyên bombebarkirî hazir dikin da ku li dijî girtîgeh û kampa Holê bi kar bînin.

Çeteyên DAIŞ’ê di navbera 9’ê Gulanê û 5’ê Hezîranê de bi rêya erebeyên bombebarkirî 2 caran êrişî nuqteyên QSD’ê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir. Ji van tevgeran hewldanên vejandina DAIŞ’ê diyar dibin.

Pisporê rêxistinên tundraw Munîr Edîb tevliheviya leşkerî û siyasî ya li cîhanê, şerê Rûsya û Ukraynayê, her wiha şerê Îsraîl û Hemasê, êrişên li ser herêmê, helwesta nezelal a hêzên navneteweyî ya li hemberî dosyaya DAIŞ’ê, wek sedemên zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê nirxandin.

Munîr Edîb bi bîr xist ku hêzên navneteweyî siyaseteke rasteqîn li dijî DAIŞ’ê diyar nekiriye û got hinek hêz sûdê ji hebûna DAIŞ’ê digirin da ku planên xwe pêk bînin û ev jî dibe sedema zêdebûna tevgerên DAIŞ’ê.

Edîb ji ber hewldanên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê ev hişyarî da: "Dibe ku êrişên dijwartir, xeternaktir û bibandortir pêk bînin.”

Edîb rêbazên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wiha rêz kirin: "Divê hêzên navneteweyî li hemberî DAIŞ’ê bi roleke girîngtir û mezintir rabin. Divê ev têkoşîn giştî be û dûrî armancên siyasî be, nemaze ku DAIŞ xetereyê li ser ewlehiyê herêmê û tevahî cîhanê çêdike. Ya herî girîng divê aliyên ku destekê didin çeteyên DAIŞ’ê û tevgera wan hêsan dikin, werin cezakirin."

Berdevkê Lîwa El Şemal El Demoqratî Mehmûd Hebîb jî ji bo qedandina DAIŞ’ê bal kişand ser van xalan: "Bêçareserî hiştina îdeolojiya DAIŞ’ê mijareke girêk e. Ji bo qedandina fikrên DAIŞ’ê pêwîstî bi pisporî û fînansekirin û bernameyeke navneteweyî û demeke dirêj heye. Şaneyên DAIŞ’ê desteka diravî, leşkerî û lojîstîk, di serî de ji dewleta Tirk a dagirker, ji hin hikumet û rêxistinan digirin. Ji bo vê yekê jî divê jêderên ku destekê didin şaneyan, werin zuhakirin. Divê civata navneteweyî aliyên ku destekê didin DAIŞ’ê ceza bikin. Bi rêya avakirina dadgeheke naveteweyî endamên DAIŞ’ê werin bidawîkirin. Kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê werin jihevxistin û li welatên wan werin vegerandin, doza ‘Eşbal El Xîlafa’ were bidawîkirin. Sînorê aliyê Iraqê were asêkirin û asta perwerde û amadebaşiyê were xurtkirin. Divê civak û hêzên navneteweyî li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên ku ji şaneyên DAIŞ’ê re dibin derfetek, bisekine."

Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bûne cihên perwerde û hembêzkirina fermandarên çeteyên DAIŞ’ê. El Hebîb operasyona 16’ê Hezîranê ya Koalîsyona Navneteweyî ya ku di encamê de serçete El Cenabî hate kuştin, wek mînak bi bîr xist.

Fermandar Mehmûd Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heke civata navneteweyî û rojavayî rêbazên xwe yên kevn neguherîne, dê xetereya çeteyên DAIŞ’ê dewam bike.

(bb)

ANHA