Kesayeta neteweyî Mihemed Ebdulezîz Qadir wefat kir

Vê êvarê, kesayeta neteweyî yê ji Tirbespiyê yê bi navê Mihemed Ebdulezîz Qadir (Ebû Kawa) di qezayeke trafîkê de wefat kir.

Kesayeta neteweyî Mihemed Ebdulezîz Qadir wefat kir
4 mijdar, 2026   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, di qezayeke trafîkê de kesayeta neteweyî yê ji Tirbespiyê yê bi navê Mihemed Ebdulezîz Qadir di temenê 70 saliyê de wefat kir.

Qadir bi helwestên xwe yên neteweyî yên ji bo xwendina bi zimanê Kurdî dihat naskirin. Rejîma Baasê ew ji karê wî yê mamosteyê bi dûr xist, piştre rêwîtiya xwe ya perwerdehiyê di Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de dewam kir.

Mihemed Ebdulezîz Qadir ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve hejmarek erk wergirtin; weke hevserokê Meclisa Bajêr, Komîteya Perwerdê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD). Di destpêka salên 1970’î de fikra tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û bi Rêber Abdullah Ocalan re civiya bû.

Mihemed Ebdulezîz Qadir di 1956’an de hatiye dunyayê, ji gundê Girê Berî ye. Îro jî cenazeya wî li gund hat veşartin.

Sersaxiya wî li gund tê pêşwazîkirin.

(f)