Urdunê li Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku Urdunê li hember hewldaneke qaçaxçîtiyê ya mezin, nuqteyên qaçaxçiyên narkotîkê yên li Sûriyeyê kirin hedef.

Urdunê li Sûriyeyê êrişên hewayî pêk anîn
19 kanûn, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdunê ragihand duh (duşemê) plana bi dehan qaçaxçiyên alîgirên Îranê têk biriye, dema hewl dane dikên moşekan, mayîn û teqemeniyê derbasî Urdunê bikin.

Li gorî çavkaniyên ku rewşa li başûrê Sûriyeyê dişopînin, balafirên şer ên Urdunê, dever û nuqteyên bazirganiya narkotîkê lê tê kirin ên li Sûriyeyê kirine hedef.

Çavkaniyan diyar kir ku balafiran di êrişan de, malek li bajarokê Selxed ê parêzgeha Siweydayê bombebaran kiriye ku guman hene ya bazirganekî narkotîkê ye. Li aliyekî din jî nuqteyên qaçaxçiyan li parêzgeha Derayê bombebaran kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku agahî hene duh di êrişeke Urdunê de bazirganekî narkotîkê yê nêzî Hizbullahê û hikumeta Şamê hatiye kuştin.

SOHR`ê li ser X’ê ev agahî da: “Agahî hene ku bazirganê narkotîkê yê bi navê Nasir Feysel El Sadî yê nêzî Hizbullaha Lubnanê û saziyên ewlehiyê yên Şamê di êrişeke hewayî de li dijî herêma Selxed a Siweydayê hatiye kuştin û îhtîmal heye Urdunê ev êriş pêk anîbe.”

Hin rayedaran demeke berê gotibû ku artêşa Urdunê plan dike darbeyan li Sûriyeyê li dijî komên çekdar ên girêdayî bazirganiya narkotîkê û baregehên wan pêk bîne, ji bo ku rê li pêşiya bazirganiya narkotîkê bigire.

(şx)