UNRWA: Zêdetirî ji sedî 70 dibistanên me li Xezayê hatine wêrankirin

UNRWA'yê ragihand ku zêdetirî ji sedî 70 ji dibistanên wan ên li Xezayê hatin rûxandin û zêdetirî 600 hezar zarok di bin kavilan de dijîn.

UNRWA: Zêdetirî ji sedî 70 dibistanên me li Xezayê hatine wêrankirin
2 îlon, 2024   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Giştî yê UNRWA'yê Philippe Lazzarini ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê de zêdetirî ji sedî 70 ji dibistanên wan ên li Xezayê hatine rûxandin û piraniya wan bûn wargeha bi sed hezaran koçber.

Lazzarini diyar kir ku zêdetirî 600 hezar zarok di bin kavilan de ne û êşeke derûnî ya giran dijîn. Her wiha diyar kir ku ew zarok ji perwerdehî û xwendinê bêpar mane nexasim ku nîva wan di dibistanên UNRWA'yê de bûn.

Lazzarini destnîşan kir ku agirbest ji bo hemûyan qezenc e û got ew yek dihêle sivîl bi ewle bin, girtî werin berdan û alîkarî werin şandin.

(mh)