UNRWA: Li Xezayê 5 karmendên me hatin kuştin

UNRWA’yê ragihand ku di çend rojên borî de 5 karmendên wê li Xezayê hatine kuştin.

UNRWA: Li Xezayê 5 karmendên me hatin kuştin
20 adar, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarini bi daxuyaniyekê ku li ser X’ê weşandiye, ragihand ku di çend rojên borî de 5 karmendên ajansê li Xezayê hatine kuştin. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara endamên ajansê yên hatine kuştin, dibe 284 û hate gotin: "Kesên hatine kuştin, mamoste, bijîşk û hemşîre bûn."

Êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin. Li gorî daxuyaniya duh (çarşem) a Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di 48 saetên dawîn de 150 jê zarok, 970 kes hatin kuştin.

(bb)