Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir

Agirê Newrozê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê geş dibe û gel bi stran û tilîliyan Newroza xwe pîroz dike.

Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
Sed hezar kesên Bakurê Kurdistan û Tirkiye agirê Newrozê geş kir
20 adar, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agirê Newrozê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" geş dibe. Îro li Riha, Erdexan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Kerboran, Gever, Bazîd, Cizîr, Semsûr, Dêrsim, Qers û Tatosê agirê Newrozê hat pêxistin û bi girseyî Newroz hate pîrozkirin. 

Di Newroza îsal  welatiyan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qadên pîrozbahiyê xemilandin. Qad bi pankart, al û rengên Newrozê hatine xemilandin, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin. Gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” li qadê berz kirin.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncek Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, hevserokên giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, cîgirê hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel jî di pîrozbahiyan de axivîn û bal kişand ser peyam û banga Rêber Abdullah Ocalan.

Pîrozbahî bi konser û govendan didomin.