Unicef: Zêdetirî nîvê qurbaniyên erdheja Afganistanê zarok in

Unicef"ê diyar kir ku zêdetirî Sedî 50 qurbaniyên erdheja mezin a li rojhilatê Afganistanê zarok in. Unicef'ê da zanîn ku ew erdheja ku di 31'ê Tebaxê de rû daye, zehmetiyên mirovî li deverên zirardîtî mezin kirin.

Unicef: Zêdetirî nîvê qurbaniyên erdheja Afganistanê zarok in
12 îlon, 2025   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 31'ê Tebaxê de erdhejeke mezin li rojhilatê Afganistanê rû da. Girêdayî wê Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (Unicef) ragihand ku di encama erdhejê de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û ji nav wan hezar û 172 zarok in. 

Nûnerê Unicef'ê li Afganistanê Tacedîn Oywalî diyar kir ku 2 mîyon kes, ji wan 263 hezar zarok di metirsiyê de ne. Her wiha diyar kir ku li deverên zirardîtî ji ber kêmbûna avê, tunebûna xizmetên sereke wekî yên kanalîzasyon û perwerde û xwarinê rewş gelekî xerab e.

Oywalî diyar kir ku bi taybetî herî zêde jinên ciwan zirar dibin, ji ber ew mafên xwe yên perwerdeyê ji dest didin û di temenê biçûk de têne zewicandin.

Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan jî diyar kir ku rewşa li Afganistanê "krîza di hundirê krîzê de ye"  ji ber ku gelek penaberên Afganistanê yên ku ji Pakîstanê vedigerin ber xwe didin deverên ziyandar.

(mh)