Rojnamavanek rewşa taxa El Someriyê ya Şamê ragihand

Ajansa Reutersê ragihand ku piştî Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kiryarên revandin û valakirinê li taxa El Someryê ya li Şamê pêk anî, niha hijmareke kêm ji şêniyan lê mane, tevgera xelkê kêm bûye û çirayên malan vemirîne.

Rojnamavanek rewşa taxa El Someriyê ya Şamê ragihand
12 îlon, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanekî Reutersê taxa El Someriyê li Şamê wekî bajarokekî vala bi nav kir, çirayên malan vemirîne, li ser rêyan erebe tune ne, tenê çend kes li kolanan hene.

Rojnamevan li ser zimanê şêniyên taxê ragihand ku taxa El Somaryayê berî valakirinê nêzîkî 22 hezar kes lê dijiyan û destnîşan kir ku di nav hefteyekê de tenê nêzî 3 hezar kes li taxê mane.

Şêniyên taxê zêdetirî 40 salin li taxê dijîn û xwediyên van xaniyan in, ji ber ku wan ew bi pereyên xwe kirîne. Lê rayedarên hikûmetê dibêjin ku xanî ne yên şêniyan e û ew xanî di dema desthilatdariya rejîma berê de ji hêla Elewiyan ve hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku Reuters ji şêniyên taxê wergirtine, êrişên ku ji aliyê hêzên Ewlekariya Giştî û çekdarên bi serkêşiya kesekî bi navê "Ebû Huzeyfa" ve hatine kirin, di nav niştecihan de tirs çêkiriye, ev yek bûye sedem ku piraniya malbatan di rojên pêş de ji tirsa tundî û komkujiyên mîna yên li peravên Sûriyeyê hatine kirin, birevin.

Rojnamevan diyar kir ku niştecihên taxê jê re gotine ku Ebû Huzeyfa avahiyek şêniyan veguherandiye qereqolek polîsan, kesên ku lê dihatin lêpirsînkirin rastî tundiyê dihatin.

Her wiha du niştecihên taxê ragihandin ku wan belgeyên milkiyetê pêşkêş kirine, lê Ebû Huzeyfa bi hinceta ku ew belge di dema serdema Esed pêk hatine red kir. Li ser malên wan nîşana valekirinê hat dnîn, û ji malbatan hat xwestin ku di nava 24 saetan de malan vala bikin, yan jî bê bêne cezarkirin.

 (ac)

ANHA