UNICEF: Di hefteyekê de 59 zarok li Lubnanê bûn qurbanî

UNICEF'ê ragihand ku tevî agirbestê jî di hefteya borî de herî kêm 59 zarok li Lubnanê hatine kuştin an birîndarkirin.

UNICEF: Di hefteyekê de 59 zarok li Lubnanê bûn qurbanî
14 gulan, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku tevî agirbesta hatiye ragihandin jî, lê di hefteya borî de 59 zarok li Lubnanê hatine kuştin an jî birîndarkirin.

UNICEF'ê bi bîr xist ku ji qurbaniyan, 2 zarok û dayika wan di êrişa îro ya li dijî erebeyekê de hatin kuştin. Her wiha îşaret pê kir ku li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji destpêka agirbestê ve 23 kes hatine kuştin û 93 kes birîndar bûne.

UNICEF'ê da zanîn ku ji 2'yê Adara îsal ve nêzî 200 hezar kes hatine kuştin û 806 kes birîndar bûne û diyar kir ku rojane nêzî 14 zarok tên kuştin an birîndarkirin.

Rêveberê Herêmî yê UNICEF'ê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Beigbeder diyar kir ku li şûna ku werin kuştin an birîndarkirin, divê herin dibistanê. Her wiha îşaret pê kir ku nêzîkî 770 hezar zarok bi zextên derûnî yên wekî fikar, xewnên tirsnak û depresyonê re rû bi rû ne û diyar kir ku rêjeya tirsê di nava zarokan de gihaştiye ji sedî 72’yan û ya depreyonê jî gihaştiye ji sedî 62’yan.

UNICEF'ê bang kir ku divê tedbîrên lezgîn werin girtin û xizmetên piştgiriya psîkolojîk ji bo zarokan berfireh bikin, qanûna mirovî ya navneteweyî yên agirbest û parastina sivîlan werin bicihkirin. Her wiha got pêdiviyên mirovî yên heyî ji derfetên li ber dest zêdetir in.

(bb)