DYA’yê şandina 4 hezar leşkeran bo Ewropayê rawestand

Wezareta Parastinê ya DYA’yê şandina zêdetirî 4 hezar leşkeran ber bi Ewropayê ve rawestand.

DYA’yê şandina 4 hezar leşkeran bo Ewropayê rawestand
14 gulan, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) şandina zêdetirî 4 hezar leşkerên amerîkî ber bi Ewropayê ve rawestand.

Rojnameya Wall Street Journal li ser zimanê rayedarekî Pentagonê ragihand ku ev biryar di civîna fermandariya leşkerî ya amerîkî li Ewropayê û personelên din ên leşkerî yên amerîkî de hate dayîn.

Dihat payîn ku leşkerên amerîkî 9 mehan li Polonyayê hatibana bicihkirin. Artêşa DYA'yê di Adara borî de ragihandibû ku ev leşker dê wekî beşek rotasyoneke rûtîn li şûna hêzên din bigire.

Li gorî heman rojnameyê, hin alav û personelan berê xwe dabû cihê xwe, lê ev biryara ji nişka ve hin berpirsên artêşê matmayî kirin.

(bb)