Ukraynayê ragihand ku depoyeke dronan îmha kiriye

Artêşa Ukraynayê ragihand ku li başûrê Rûsyayê depoyeke dronên bombekirî îmha kiriye.

Ukraynayê ragihand ku depoyeke dronan îmha kiriye
10 cotmeh, 2024   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyeke ku li ser Telegramê weşandiye, ragihand ku li wê li nêzîkî devera Oktyabrsky ya li herêma Krasnodar a başûrê Rûsyayê depoyeke dronan kiriye hedef. 

Artêşê diyar kir ku di depoyê de nêzî 400 dronên Shahed ên ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin, hebûne.

Rayedarên Rûsyayê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedan, lê rayedarên herêma Krasnodar ragihand ku di depoyeke qada wê nêzî 800 metredam e de şewat derketiye.

Herêma Krasnodar li rojhilatê nîvgirava Kirimê ya Ukraynayê ye û li ser Deryaya Reş e. Rûsyayê di sala 2014ˈan de ew herêm îlhaq kiribû.

(bb)