Îsraîlê sînorê Sûriye-Lubnan bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê rêya Sûriye-Lubnanê bombebaran kir.

Îsraîlê sînorê Sûriye-Lubnan bombebaran kir
10 cotmeh, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê rêya Lubnan-Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Li gorî SOHR’ê, êriş nêzî bajarokê Hewş Seyid Elî ya li gundewarên Qesîr a nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê pêk hatiye.

Der barê ziraran de heya niha agahî nehatin parvekirin.

5ˈê Cotmehê jî artêşa Îsraîlê heman cih kiribû hedef.

(bb)