Ukraynayê 386 dron û 27 moşekên Rûsyayê xistin

Ukraynayê ragihand ku pergalên wê yên parastina asîmanî bersivê 415 dron û 43 moşekên Rûsyayê dane. Ukraynayê diyar kir ku herî kêm di êrişan de kesek hatiye kuştin.

Ukraynayê 386 dron û 27 moşekên Rûsyayê xistin
10 îlon, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên hêza hewayî ya Ukraynayê ragihand ku şevê berê Rûsyayê 415 dron û 43 moşek li dijî Ukraynayê bi kar anîn, di encamê de herî kêm kesek hat kuştin.

Berpirsên Ukraynayî destnîşan kir ku pergalên parastinê yên asîmanî bersiva êrişan da, 386 dron û 27 moşek xistin. Polonyayê jî ragihandibû ku di dema êrişê de dronên dijber derbasî qada wê ya hewayî bûne û bersiva wê daye.

Di demekê de ku Keîv hewlên xwe yên xurtkirina parastina xwe ya asîmanî xurt dike, bajar û sivîlan diparêze, Rûsyayê rêzeêriş li dijî nuqteyên cuda yên Ukraynayê pêk anîn.

(fr)