Reaksiyon û tevgerên erebî û cîhanî piştî êrişa Dohayê

Êrişa Îsraîlê li paytexta Qeterê Dohayê rastî gelek şermezarkirin û reaksiyonan hatin. Di êrişê de jê 5 Hemasî 6 kes hatin kuştin.

Reaksiyon û tevgerên erebî û cîhanî piştî êrişa Dohayê
10 îlon, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişên asîmanî yên duh ên Îsraîlê li dijî paytexta Qeterê Dohayê gelek aliyan ev yek şermezar kir û reaksiyonên xwe nîşan dan.

Piştî êrişa Îsraîlê ya şevê berê li ser paytexta Qeterê Dohayê, gelek reaksiyon hatin nîşandan û êriş hatin şermezar kirin. Tevgera Hemasê ev êriş bi "Siûqastkirina endamên şandeya xwe ya dan û standinê" bi nav kir.

Tevgera Hemasê diyar kir ku "di êrişê de tu serkirdeyên wê nehatin kuştin, lê 5 kes şehîd bûn", di heman wextê de Wezareta Hundirîn a Qeterê ragihand ku endamekî wê yê ewlehiyê hatiye kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêkanîna êrişê girt ser xwe û got "Ew peyameke zelal e ku wê serkirdeyên terorê li her cihekî ne ewle bin." Netanyahu diyar kir ku ew bersivdana êrişa li dijî Qudsê ya ku Hemasê girtiye ser xwe ye. Nivîsgeha Netanyahu jî destnîşan kir ku êriş bi awayekî serbixwe pêk hat û berpirsiyartiya pêkanîna wê giştî dikeve ser Îsraîlê.

Medyayên Îsraîlê ragihandibûn ku 10 balafirên şer di asîmana gelek dewletên herêman re mesafeya nêzî 1800 kîlometre qut kir û bi dehan moşek li cihê civînê barandin.

Li beramberî wê, Dohayê ev êriş bi "êrişa tirsonak" wesif kir û diyar kir ku avahiyeke niştecihbûnê hat bombebaran kir û Îsraîlê berpirsê qelskirina tu hewldanên lihevkirinê dît.

Dohayê peyameke fermî ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî re şand. Dohayê di peyamê de êrişên li ser xaka xwe red kirin û got ew binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî ye û gefên xeternak li dijî ewlehî û aştiya welatî û niştecihan e.

Koşa Spî ya Washingtonê ragihand ku nûnerê serokê Amerîkayê Donald Trump berê agahiya êriş dabû Qeterê. Lê Wezareta Karên Derve yê Qeterê ev çîrok derewand û aşkera kir ku peywendiya Amerîkayê piştî bombebaranê yekser pêk hat.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got piştî êrişê wî peywendî bi amîrê Qeterê re daniye û gotiye mîna vê êrişê "dubare nabin" û anî ziman ku ew ê wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo temamkirina rêkeftina parastinê bi Dohayê re bişîne Qeterê.

Serokwezîrê Qeterê Mihemd Bin Ebdurehman Al Sanî jî got "Ji mafên welatê wî ye bersivê bide" û wê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina ewlehiya xwe bigire.

Desthilata Filistînê, Urdun, Siûdî, Îmarat, Iraq, Kuwêt, Uman, Hûsî, Îran, Tirkiye, Cezaîr, Sûriyeyê û sekretê Giştî yê NYˊyê hemûyan êriş şermezar kir. Yekitiya Ewropayê (YE) ev êriş bi "Binpêkirina qanûna navneteweyî" bi nav kir. Serokê Fransayê Emmanuel Macron got "Di bin çi hincetî de ev yek nayê qebûlkirin."

Sekreterê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El Xeyz anî ziman ku ev êriş "binpêkirina zelal û redkirî ye. Qeterê ji destpêka şerê li dijî Xezayê ve li kêlek Misir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewl da navbeynkariya ji bo agirbestê bike. Bi vê êrişê hewlên danîna sînorekî ji bo şerê qirkirinê yê Îsraîlê li dijî Xezayê tên qelskirin."

Li aliyekî din jî sekretê Giştî yê Meclisa Hevkariyê ya Kendavê Casim El Bedêwî dewletên Kendavê bi giştî piştgiriyê didin Qeterê û Qeter çi tedbîran li dijî êrişê bigire ew bi wê re ne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî diyar kir ku êriş gefên zêdekirina rageşiyê dixwe. Almanyayê jî ev derbe bi "nayê qebûlkirin" û gaveke hewldanên navbeynkariyê dixe ber xeteriyê bi nav kir.

Îro jî, berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Lin Jian di civîneke çapemeniyê de got "Çîn bi tundî êrişa ku duh li dijî paytexta Qeterê pêk hatiye şermezar dike. Ji bo binpêkirina serweriya Qeter û ewlehiya wê ya neteweyî Çîn dijberî Îsraîlê ye."

Metirsiyên navneteweyî li hember van rageşiyan zêde dibin ku xeleka şerê li Xezayê li herêmê tevahî fireh bibe. Li hember van bûyeran banga agirbestê û kêmkirina rageşiya zêde tên kirin.

(fr)