Ukrayna:  Rûsya bi 149 dronan êriş kiriye

Ukrayna ragihand ku hêzên Rûsyayê duh bi şev bi 149 dronan êriş kiriye û di encamê de kesek hatiye kuştin û yek din birîndar bûye.

Ukrayna:  Rûsya bi 149 dronan êriş kiriye
27 nîsan, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Hewayî ya Ukraynayê îro ragihand ku hêzên Rûsyayê şevê din bi 149 dronan êriş kiriye. 

Waliyê herêma Dnipropetrovsk, Serhiy Lysak der barê êrişê de ev agahî parve kir "Di êrişa li bajarê Pavlohrad de mêrek hatiye kuştin û keçek 14 salî jî birîndar bûye. Çewika xwedîkirina pez jî hat hedefkirin û 500 serî pez telef bûne. "

Hêzên Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku wan 57 dronan xistine xwarê û 67 dronan jî ji ser ekranên radarê winda bûne.

(bb)