Artêşa dagirker bi çekên kîmyewî êriş kir: 2 gerîla şehîd bûn

HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş bir ser tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. HPG’ê ragihand ku di êrişê de 2 gerîla şehîd bûn.

Artêşa dagirker bi çekên kîmyewî êriş kir: 2 gerîla şehîd bûn
27 nîsan, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Weke ku raya giştî baş zane, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve di pozîsyona agirbestê de ne. Lê belê di êrişkariya artêşa Tirk a dagirker de ti guhertin nîne. Bi êrişên hewayî û bejahî re, bi taybetî dema dawî bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişên li ser tunel û çeperên me zêde kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare îradeya hevrêyên me bişikîne ku li ser xeta fedaîtiyê li ber xwe didin, 11'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişeke giran bir ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û careke din sûcê li dijî mirovahiyê kir. Di encama van êrişan de hevrêyên me Besê û Mîtra ku rê nedan dagirkeran û destan nivîsandin, şehîd bûn. Nemirên me bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe têkneçûna sekna milîtaniya Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê dan. Agahiyên berfireh ên nasnameya nemirên me wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin. "

HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û brsiva hêzên gerîla ya li hemberî van êrişan ev agahî da:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

24 û 26'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zazpê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer;

24 û û 25'ê Nîsanê Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bajarê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;

Di navbera 24-25'ê Nîsanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolanê û Sinînê 6 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Dêreşê, Girgaşê 117 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê û Serê Metînayê 560 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 481 caran; bi giştî 1164 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana hêzên me ya li hemberî êrişan;

23'ê Nîsanê saet di 12.00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku hewl didan êrişî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bikin.

25’ê Nîsanê saet di 13. 05'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkerên êrişkar û kepçeyên dagirkeran hate werdan ku êrişî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin."