45 dadwer û 40 stajyer der çûn

Meclisa Edaletê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya derçûna 45 dadwer û 40 stajyeran li dar xist.

45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
45 dadwer û 40 stajyer der çûn
11 kanûn, 2025   19:02
QAMIŞLO

Meclisa Edaletê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiya 5 dewreyên derçûna dadwer û stajyeran li hola Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Dewre li Akademiya Edaletê ya Qamişloyê pêk hatin; 3 dewre ji bo amadekirina dadweran û 2 dewre jî ji bo stajyeran e. Ji derçûyan xwendekarên Zanîngeha Rojava û dadwerên Dîwanên Edaletê yên li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn.

Di şahiyê de endamên Yekitiya Parêzan, Meclisên Edaletê, Meclisa Rêveber, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, desteyên qanûnsaz û hiqûqî û kesayetên eleqedar amaede bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Berekat bixêrhatina amadebûyan kir û da zanîn ku dadwerî hêmana bingehîn a aramiya civakan û parastina mafan e.

Rîm da zanîn ku dewre di bin çavdêriya Akademiya Mezopotamya ya Edaletê de hat birêvebirin ku dadwer qanûnê û jêhatiyên pratîkî binasin.

Girêdayî mijarê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo axivî û da zanîn ku Rojava îro bi saya fedakariyan gihîşte vê qonaxê."

Li aliyekî din jî serokê Akademiya Mezopotamya ya Edaletê Zemanî Zervan diyar kir ku edalet bingeha şoreşê ye, pêdiviya rûbirbûna zulmê bi pêşxistina zihniyetê, çand û exlaqê heye.

Li ser navê Yekitiya Parêzeran jî Enwer El Eser axivî, serkeftin ji derçûyan re xwest.

Li ser navê xwendekar û derçûyan Arîn Mihemed axivî û da zanîn ku derçûyî zarokên şoreşê ne û soz da ku pergala edaletê ya li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan ava bikin û pesna Zanîngeha Rojava der barê perwerdekirina bi zimanê dayikê da.

Şahî bi belavkirina bawernameyan li derçûyan û pêşkêşkirina stranan ji hêla hunermend Danîş Botan, Eymen Şakir û Rojîn Hêz ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA