Ukrayna li Deryaya Qezwînê keştiyek Rûsyayê bombebaran kir

Ukraynayê ragihand ku li Deryaya Qezwînê (Caspian) keştiyeke şer a Rûsyayê û platformeke petrolê bi dromçm dûtavêj bombebaran kiriye.

Ukrayna li Deryaya Qezwînê keştiyek Rûsyayê bombebaran kir
20 kanûn, 2025   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê bi rêya Telegramê diyar kir ku şeva borî, bi dronên dûravêj keştiyeke şer a Rûsyayê li Deryaya Qezwînê bombebaran kiriye.

Serfermandariyê da zanîn ku keştiya şer a "Ochontnik" ya bi navê Nêçîrvan" a ku hatiye bombebarankirin, li nêzî platforma hilberîna petrol û gazê dewriyeyek dimeşand. Hat destnîşankirin ku herêma keştî lê hatiye bombebarankirin zêdetirî 18000 kîlometre ji perava Ukraynayê ve dûr e.

Serfermandariyê anî ziman ku ji bolê bombebarankirina keştiyê, wê platforma vekolîna petrolê ya şîrketa "Lukoilê" jî bombebaran kiriye û diyar kir ku ev cih ji bo piştgirî û alîkarîdayîna hêzên Rûsyayê dihat bikaranîn.

Ev yek di demekê de ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li ser mezintirîn şîrketên petrolê "Lukoil" û "Rosneft" ên Rûsyayê birîbûn pêk hat. Washingtonê ji ber nepabendbûna Moskovê ya cidî bi pêvajoya aştiyê ya bidawîkirina şerê li Ukraynayê ev ceza birîbûn.

(mh/fr)