Li Hemayê êrişî malbatekê hat kirin: 1 kuştî, 5 birîndar

Li Hemayê li dijî malbatekê êriş hat kirin. Di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes bi giranî birîndar bûn.

Li Hemayê êrişî malbatekê hat kirin: 1 kuştî, 5 birîndar
20 kanûn, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de tevlihevî, belavbûna çekan, êriş û revandina şêniyan dewam dike. Li hemberî van sûcan jî hesab nayê pirsîn.

Li gundê Sebûra yê Selemiyê ya li rojhilatê Hemayê êrişî malbatekê hat kirin. Di encama êrişê de kesek hat kuştin û 5 kes bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane nûçegihanê me, komeke çekdaran bi awayekî ketober gule li gundiyan reşandin. Di encamê de qurbanî çêbûn. Piraniya birîndaran ku rewşa wan giran e, veguhastin nexweşxaneya Selemiyê.

Beriya çend rojan li heman gundê şêniyek û kurê xwe hatibûn revandin.

(b)