Tûra 5’emîn a dan û standinên Îsraîl û Lubnanê dest pê kir

Tûra 5‘emîn a dan û standinên rasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê de îro li Washingtonê dest pê kir. Xurtkirina agirbestê û mekanîzmayên ji bo ewlehiyê li başûrê Lubnanê rojevên dan û standinan in.

Tûra 5’emîn a dan û standinên Îsraîl û Lubnanê dest pê kir
23 hezîran, 2026   12:14
NAVEDNA NÛÇEYAN

Tûra 5’emîn a dan û standinên rasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de îro li Washingtonê dest pê kir û dê 3 rojan bidome. Şandeyên siyasî û leşkerî yên her du aliyan di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de beşdar dibin.

Balyoza Lubnanê ya li Washingtonê Neda Miewed û balyozê Îsraîlê yê Washingtonê Yehiel Leiter nûnertiya şandeyan dikin. Wezîrê karên derve yê DYA‘yê Marco Rubio jî çavdêriya dan û standinan dike.

Xurtkirina agirbesta di çarçoveya lihevkirina DYA-Îranê de li Swîsreyê hatiye ragihandin, her wiha mekanîzmaya pêkanîna “herêmên nimûneyî" li başûrê Lubnanê rojevên sereke yên dan û standinan in.

Têgeha “herêmên nimûneyî” li başûrê Lubnanê, li gorî Kanal 12 a Îsraîlê ji aliyê şandeya Îsraîlê ve hat pêşniyarkirin. Ev têgeh herêmên ku dê artêşa Îsraîlê bi awayekî tecrubeyî jê vekişe û artêşa Lubnanê di bin çavdêriya DYA’yê de lê belav bibe, diyar dike.

(bb(