Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok

Di Kongreya Mezin a Asayî ya 5’emîn a DEM Partiyê de Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok.

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan car din bûn hevserok
6 îlon, 2026   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

DEM Partî Kongreya xwe ya Mezin a Asayî ya 5’emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê li dar xist. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek delege tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê tê lidarxistin pankarta ‘Jin Jiyan Azadî’ hat daliqandin. Dayikên Aştiyê, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîstan (SODAP) Kezban Konukçu, Serokê SYKPê Mertcan Tîtîz, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Elîf Torun, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Ahmet Asena, Berdevka Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ewilî dîvan hat hilbijartin. Piştî diyarkirina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di rêzgirtinê de girse dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin.

Di kongre de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan axivîn. Piştî axaftinan raporên xebat û maliyeyê hat xwendin. Piştre Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Meclisa Ciwanan rapora xebatên ji delegasyonê re pêşkeş kirin.

Piştrê jî bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Nezî 600 delegeyan deng da û di encama dengdayînê de Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari careke din weke hevserokên giştî hatin hilbijartin.