Xelkê Amûdê ji bo zimanê kurdî derketin xwepêşandanê

Şêniyên Amûdê di roja yekemîn a dibistanê de li pêşiya navenda perwerdeyê rabûn xwepêşandanê û daxwaz kirin zarokên wan bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

6 îlon, 2026   15:49
QAMIŞLO

Li Amûdê malbatên xwendekaran û rûsipiyên bajêr derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya navenda perwerdeyê pêk anîn. Di xwepêşandanê de daxwaz kirin ku zarokên bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û Wezareta Perwerdeyê biryara xwe sererast bike.

Di berdewamiya xwepêşandanê de mamosteyê zimanê kurdî Arşek Parvî axivî û got: "Li Amûdê şênî û malbatên xwendekaran li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz derketin xwepêşandanê, ew qebûlnakin ku zimanê kurdî tenê 3`ê saet bin."

Rêveberiya navenda perwerdeyê Henai Feysel Xalid got ew bi rêz nêzî daxwazên şênî û malbatên xwendekaran dibin û mafê wan heye ku daxwaz bikin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Henai anî ziman ku ew ê daxwazên xwepêşandêran bighînin aliyên têkildar.

Serokê Kongreya Islama Demokratîk ê bajarê Amûdê Şêx Emar El Qadirî jî got wan daxwazên şêniyan nivîsandine û pêşkêşî navenda perwerdeyê ya bajarê Amûdê kirine.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşma `Bê ziman jiyan nabe` bi dawî bû.

Di roja yekem a dibistanê de li gelek bajarên parêzgeha Hesekê xwendekar û malbatên xwe derketin xwepêşandanê û daxwaz kirin ku Wezareta Perwerdeyê biryara xwe sererast bike û mafên wan heye ku bi zimanê kurdî bixwîn in.

(np)

ANHA