‘Tsunamiya naskirina dewleta Filistînê’

Çavdêran naskirina dewleta Filistînê wek guhertineke siyasî ya girîng dît û diyar kir ku ev gav li beramber îzolekirina berfireh a Îsraîlê piştgiriya cîhanê ji bo mafên filistîniyan nîşan dide.

 ‘Tsunamiya naskirina dewleta Filistînê’
23 îlon, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser naskirina navneteweyî ya ji dewleta Filistînê re û aliyên wê yên siyasî.

‘NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ NASKIRINA ÎSRAÎLÊ YE’

Rojnameya Şerq El Ewset di gotareke xwe de diyar kir ku îdiaya "tsûnamiya naskirina dewleta Filistînê” encama êrişên 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan bû, wek "berevajîkirina rastiyan" e. Rojnameyê destnîşan kir ku ev vegotin hem ji hêla serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hem jî ji hêla hin tundrawên Ereb ve tê dubarekirin.

Rojnameyê diyar kir ku Netanyahu dibêje naskirina dewleta Filistînê û çareseriya 2 dewletan "xelatkirina Hemasê" ye û bi armanca raya giştî li dijî Îsraîlê rabe û rêveberiya Amerîkayê şermîn bikin. Di heman demê de tevgera Hemasê îdia dike ku ev naskirin berhema wan bûyeran bû. Rojnameyê wek "tam berevajîkirina rastiyan" wesif kir.

Rojnameyê diyar kir ku herêm derbasî qonaxeke nû dibe ku êdî piranî filistînî û Ereb bi çareseriya 2 dewletan bawer in anku bi dewleta Îsraîlê were îtîfakirin û dawî li şer bê. Hat destnîşankirin ku dibe ku projeya Erebistana Siûdî ya aştiyê pêdiviya xwe bi piştgiriya fermî ya Amerîkayê hebe û dibe ku ew jî derî li ber rêveçûneke siyasî ya cuda veke.

‘TSÛNAMIYA NASKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ’

Rojnameya El Xelîc jî naskirina dewleta Filistînê wek "tsûnamiya dewleta Filistînê" bi nav kir û girîngî da aliyên wê yên sembolîk û siyasî di xurtkirina amadebûna Filistinê di qada navneteweyî de. Rojnameyê li ser daxuyaniyên Netanyahu ku naskrin wek "xetereya li ser hebûna Îsraîlê" wesif kir û diyar kir ku "dewleta Filistînê li aliyê rojavayê çemê Urdunê ava nabe". Netanyahu bang li wezîran kir ku serweriya Îsraîlê li ser Şerîaya Rojava ferz bikin.

Li gorî rojnameya El Xelîc, gava naskirina dewleta Filistînê pabendbûna yasayên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan dide û firseta ji bo aştiya adilane û berfireh e, lê zehmetî di "aktîfkirina naskirinê û veguherandina wê ya realîst" de ye.

(fr)