Jinên ji kantona Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Jinên ji kantona Cizîrê yên beşdarî meşa girseyî ya bajarê Hesekê bûbûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Jinan destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî beşê civakê ye.

Jinên ji kantona Cizîrê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
23 îlon, 2025   10:59
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Kongreya Star duh li bajarê Hesekê meşek bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Jinên ji bajarên Hesekê, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Berek û Holê beşdarî meşê bûn. Ajansa me nêrînaên hin jinên beşdarî meşê bûbûn, girtin. 

Jina bi navê Farîqe Mihemed a ji bajarê Dirbêsiyê li ser giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wiha axivî: “Em jin îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li vir kom bûne. Rêberê me rêberê azadî û aştiyê ye. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî em amade ne her berdêlê bidin. Ji ber azadiya wî azadiya civakê ye. Azadiya rêbertiya me ne tenê azadiya gelê kurd e, lê belê azadiya hemû pêkhateyan e.”

Jina bi navê Hîba Elî ya ji bajaroka Erîşa ya girêdayî bajarê Şedadê jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Em jinên ji hemû pêkhateyan li vir kom bûne. Rêbertiya me bi fikir û felsefeya xwe azad e. Hebûna me îro nîşana azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Em ji rêxistinên navdewletî daxwaz dikin ku pêwiste destwerdanê bikin, da Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî jî azad bibe.”

Jina bi navê Suad Ebdela ya ji bajarê Erîşa têkildarî mijarê wiha got: “Rêbertiya me riya azadiya me ronî kir. Bi taybet ji jinan re riya azdiya ronî kir. Daxwaza me ji civaka navdewletî re ew e bi lez têkevin tevgerê da rêbertiya me di aliyê fîzîkî de azad bibe.”

Jina bi navê Asya Mihemed hestê xwe derabrê mijarê de bi van hevokan anî ziman: “Rola ramanê Rêber Abdullah Ocalan a pêşxistina rola jinan mezin bû. Jinan bi saya fikirê wî gavên mezin avêt. Ev xak xaka me ye me gelek qurbanî berdêla wê dane, em ê tu carî dest jê bernedin.”

Jina bi navê Hediya Mihemed a ji bajarê Hesekê jî li ser mijarê wiha axivî: “Em ê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piya bin. Em amadene ji bo azadiya wî her tiştekî pêk bînin. Em ê qebûl nekin rêbertiya me di aliyê fîzîkî de dîlgirtî bimîne.”

Jinan ji rêxistin û saziyên mafên mirovan daxwaz kir ku zextê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin û erka xwe pêk bînin. Jinan destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwedî nirxekî girîng di têkoşîna azadiya jinan de ye.

(dc)

ANHA