Trump vekişîna Muhafizên Neteweyî ji sê bajaran ragihand

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê Muhafizên Neteweyî, yekîneya yedek a artêşa Amerîkî, ji Chicago, Portland û Los Angelesê vekişînin.

Trump vekişîna Muhafizên Neteweyî ji sê bajaran ragihand
1 ÇILE, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Trump têkildarî vekişîna yekîneyên neteweyî ya ku li dadgehan bû sedema nîqaşên mezin, daxuyaniyek nû da. 

Serokê DYE’yê li ser tora Truth Social ev tişt diyar kir: “Em Muhafizên Neteweyî ji Chicago, Los Angeles û Portland’ê vedikişînin.”

Trump ev tişt jî ragihand: “Rêjeya sûc di asteke girîng de kêm bû (…). Em ê vegerin, dibe bi rengekî cuda û hîn xurttir (…), ev tenê meseleya dem e.!”