Trump: Tengava Hurmuzê di 48 saetan de neyê vekirin em ê êriş bikin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump gef xwar ji bo Tengava Hurmuzê ger neyê vekirin wê êrişê bibin.

Trump: Tengava Hurmuzê di 48 saetan de neyê vekirin em ê êriş bikin
22 adar, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê DYA'yê Donald Trump ragihand ku eger Tengava Hurmuzê di nava 48 saetan de jinûve neyê vekirin wê êrişên nû bibin ser Îranê. Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek da û got, "Eger Îran ji vê kêliyê heta bi 48 saetan Tengava Hurmuzê bi temamî venek, DYA wê ji ya herî mezin destpê bike û êrişê bibe ser santralên enerjiyê û tine bike."

Li gorî nûçeya Daily Mail, keştiyeke nukleerî ya binê avê ya Îngiliz ku fuzeyên Tomahawk tê de ne, li Derya Ereb bi cih bûye.

Li qada navneteweyî Îngilistan, Elmanya, Fransa, Japonya û Koreya Başûr jî di nav de zêdeyî 20 welatan hewldana Îranê ya girtina Tengava Hurmuzê şermezar kirin û gotin, wê piştgiriyê bidin hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna derbasbûna bi ewle ya ji tengavê.