Trump Sûriyê ji lîsteya terorê derxist

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara xwe ya derxistina Sûriyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê, ji Kongreyê re ragihand. Biryar dê berî pejirandina dawî 45 rojan were nirxandin.

Trump Sûriyê ji lîsteya terorê derxist
8 tîrmeh, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî payebilind ê rêveberiya Amerîkayê îro ragihand ku Serok Donald Trump biryara xwe ya derxistina Sûriyê ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê, ji Kongreyê re ragihandiye.

Rayedar diyar kir ku biryar li gorî prosedurên diyarkirî, berî ku bibe biryara dawî, wê 45 rojan ji aliyê Kongreyê ve were nirxandin.

(fr)