Pakistanê ji Washington û Tehranê xwest pabendî memoranduma Îslamabadê bibin

Pakistanê ji Washington û Tehranê xwest ku pabendî Memoranduma Têgihîştinê ya Îslamabadê bibin. Piştî zêdebûna rageşiya di navbera her du aliyan de Pakistanê banga aramî û kêmkirina rageşiyê kir.

Pakistanê ji Washington û Tehranê xwest pabendî memoranduma Îslamabadê bibin
8 tîrmeh, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Pakistanê îro bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê kir ku rageşiyê kêm bikin û pabendî şertên Memoranduma Têgihîştinê ya bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye bibin, ku armanca wê bidawîanîna rageşiya li Rojhilata Navîn e.

Wezareta Derve ya Pakistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ew "ji hemû aliyan dixwaze ku pabendî sozên xwe yên hevbeş yên li gorî Memoranduma Têgihîştinê ya Îslamabadê de bin" û banga aramiya herî zêde û dûrketina ji her gavên zêdekirina rageşiyê kir.

Ev bang piştî êrişên di navbera Washington û Tehranê de hat kirin.

Trump destnîşan kir ku DYA nahêle Îran bibe xwediyê çekek nukleerî, lê di heman demê de destpêkirina şerekî leşkerî ya nû red kir.

(fr)