Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin

Ji bo bicihanîna wesîyeta şehîd Bêrîtan Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê helawê çêdike.

Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
Jinên ji Dirbêsiyê li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan helawê çêdikin
19 cotmeh, 2025   20:27
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi amadebûna endamên jin ên sazî û meclisan çalakiya çêkirina "helawê" li dar xist. Her sal ev çalakiya sembolîk a xwedî wateya kûr ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan di salvegera 33ˊyan a şehadeta wê de , tê lidarxistin.

Jin bi awayekî komî li hev kom bûn ku helawê çêkin û li şêniyan belav bikin. Li vê rêûresma salane tê nihêrtin ku peyameke sembolîk e ku têkoşîn ne tenê li eniyan e, lê hûrgiliyên wê dirêjî jiyana rojane jî dibin û bi destê jinên têkoşîn derbasî nifşan dibin.

Ev helawê ji ard, zeyt û şekir çêdibe û bi gûzan tê xemilandin. Li ser wesiyeta têkoşer Bêrîtan a beriya şehadetê ku divê di bîranîna şehadeta wê de helawê bê çêkirin, da ku bibe rêya berdewama berxwedan û azadiyê.

(fr)

ANHA