Trump ji bo Siûdî, Sûriye û Îranê daxuyaniyên balkêş dan

Di daxuyaniya xwe ya ji Erebistana Siûdî de, serokê Amerîkayê Donald Trump geşbîniya xwe ji bo tevlêbûna Siûdiyê di Peymanên Brahîm de di demeke nêz de anî ziman, her wiha Trump amaje bi gengaziya rakirina cezayan ji Sûriyeyê di demeke nêz de kir. Ji bo Îranê jî Trump got ew hewl dide peymaneke nû pê re îmze bike û ger bersiv neda ew ê zextên aborî zêde bike.

Trump ji bo Siûdî, Sûriye û Îranê daxuyaniyên balkêş dan
13 gulan, 2025   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (sêşem) got wê Siûdî di demeke nêz de tev li Peymanên Brahîm bibe û wê di demeke guncaw de ev yek pêk bê.

Di axaftina xwe ya dirêj de di Foruma Fînansê ya Siûdî-Amerîkayî de, Trump kêfxweşiya xwe ji bo serdana Siûdî anî ziman û bi "dîrokî" wesif kir.

Trump diyar kir ku ew bi hêvî ye Siûdî di demeke nêz de peymana normalîzekirinê bi Îsraîlê pêk bîne û got, "Hûn ê di demeke guncaw de vê yekê bikin." 

Têkildarî Sûriyeyê jî Trump diyar kir ku vî bajarî gelek êş kişandin û got, "Min ji bo vegerandina têkiliyên normal bi Sûriyeyê re gav avêtine."

Trump her wiha got, "Ez ê cezayan ji ser Sûriyeyê rakim. Her wiha ez bi kêfxweş im ku di vê hefteyê de civîna di navbera wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û hempîşeyê wî yê Sûriyeyî de ragihînim."

Der barê Îranê de jî Trump got, "Ez dixwazim peymanekê bi Îranê re îmze bikim, ger Îranê red kir, wê tenê bijarteya zextên zêde li pêş me bimînin."

Her wiha Donald Trump anî ziman ku, "Ez ê hewl bidim ku hinardekirina petrola Îranê bigihînim sifirê û Îran divê hilbijêre, ji ber ku ev pêşniyar dê heta hetayê nemîne."

(fr)