Bavê êrişkarê êrişa li Mereşê hate girtin

Bavê zarokê ku li Mereşê êrişî dibistanekê kiribû, hate girtin. Hat zanîn ku bavê wî Ugur Mersînlî sermifetîşê polîsan e.

Bavê êrişkarê êrişa li Mereşê hate girtin
16 nîsan, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li navenda Mereşê li dijî dibistaneke navîn êrişeke çekdarî hatibû kirin. Zarokê bi navê Î.A.M. êriş pêk anî û di êrişê de mamosteyek û 8 xwendekar hatin kuştin, 6 xwendekar jî birîndar bûn. 

Bavê Î.A.M. Ugur Mersînlî hate girtin. Mersînlî, sermifetîşê polîsan e û duh hatibû destgîrkirin. Mersînlî, piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin û ji hêla dadgeha nobedar ve hate girtin.