Trump: Îsraîl û Îranê li ser agirbestê lihevkirine
Donald Trump îdîa kir ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke tam û topyekûn li hev kirine ku piştî 6 saetan destpê dike û wê 12 saetan dewam bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser platforma Truth Socialê daxuyaniyek da û îdîa kir ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke ji bo 12 saetan li hev kirine. Trump anî ziman ku agirbest wê di nava 6 saetan de destpê bike û bi vê pêvajoyê re wê şerê 12 rojan bi dawî bibe.
Trump di parvekirina xwe de got; “LI HER KESÎ PÎROZ BE! Îsraîl û Îranê li hev kirin ku AGIRBESTEKE topyekûn û tam ragihînin, ku wê piştî 6 saetan destpê bike û 12 saetan dewam bike. Di vê nuqteyê de wê weke ku şer QEDIYA be bê qebûlkirin.”
Trump cih neda detayên teknîkî yên agirbestê û diyar kir ku Îran wê agirbestê bide destpêkirin û piştî 12 saetan wê Îsraîl jî tevlî vê pêvajoyê bibe, bi vî rengî wê şer bi rengekî fermî bi dawî bibe. Trump diyar kir ku eger pêvajo bi rengekî serketî temam bibe wê alî bi rengekî ‘aştiyane û hurmet’ tevbigerin û her du welat ji ber nîşandana ‘wêrekî û aqiliyê’ pîroz kir.
Heya niha derbarê idîaya Trump de, Îran û Îsraîlê ti daxuyaniyek fermî nedane.