Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê

Du dayikên di komkujiya Kobanê (2015) de hevserên wan şehîd bûne, 25`ê Hezîranê ji bo wan rojeke reş e ku dibêjin ew roj “roja gola xwînê bû û nayê jibîrkirin”.

 Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê
 Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê
 Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê
 Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê
 Birîna ku nayê kewandin: Komkujiya Kobanê
24 hezîran, 2025   08:10
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li hember berxwedana Kobanê têk çûn, di 25’ê Hezîrana 2015’an de cilên YPG’ê li xwe kirin û êrişî taxên Kobanê û gundê Berxbotan ê li başûrê bajêr kir û komkujî pêk anîn.

Sedîqe Bozan a hevjîna Fayîq Mihyedîn ku di komkujiyê de hat qetilkirin, kêliyên komkujiyê vegotin.

Sedîqe Bozan bi bîr xist ku komkujî di meha Remezanê de hat kirin û wiha axivî: "Çeteyan berbanga sibehê wexta her kes di xew de bû êriş kir. Ji nişka ve dengê fîşekan hat. Ez û hevjînê xwe û zarokên xwe li ser banê xanî bûn, em ji xew rabûn. Min ji hevjînê xwe pirsî çi bûye û çima dengê fîşekan pir tê? Got netirse şervanan bajarê Sirînê rizgar kiriye, ji kêfan fîşekan diteqînin. Em ji ser banê xanî daketin. Hevjînê min çeka xwe li milê xwe kir û derket. Ez û keça xwe jî em derketin derve û em li kêleka wî sekinîn ji bo ku em bizanin çi diqewime. Em hîna wisa sekinîbûn, min dît carekê hevjînê min got ax. Min li wî nihêrî, min dît ku xwîn pê de diherike.”

Sedîqe Bozan diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ku li ser rêya cadê sekinîbû bi çeka bêdeng bû hevserê wê gulebaran kir û wiha behsa serpêhatiyê kir: "Min dît ket erdê. Min qîr kir. Dema ku ez vegerîm hatim gel hevjînê xwe, min dît hevjînê min bi wê birîndariya xwe hatiye ber deriyê malê. Min xwe gihand wî û min û keça xwe ew derbasî hundirê male kir. Lê xwîn pir ji birîna hevjînê min diçû, min hewl da ez xwînê bisekinînim, lê nesekinî. Ji ber xwîna pir ya ku ji laşê wî çûbû, ew şehîd bû."

Zergê Nebo (65) a hevjîna Bekir Mihemed ku di komkujiyê de hat qetilkirin jî wiha got: "Bi banga sibehê re ez ji xew nabûm û min nimêj kir. Piştî nimêjê min dîsa xew kir. Ji nişka ve dengê qerebalixekê û fîşekan hat. Min zarokên xwe ji xew rakirin. Em derketin derve, xelkê got çeteyên DAIŞ`ê ketine Kobanê û gundê Berxbotanê. Hinekan jî digot bajarê Sirînê hatiye rizgarkirin. Carekê min dît erebeya cîranê me derbas bû. Min destê xwe lê rakir, ew li min sekinî. Min jê pirsî tu yê ku de biçî? Got dibêjin bajarê Sirînê hatiye rizgarkirin, ez ê biçin Qada Jina Azad. Ez û kurê xwe li erebeya wî siwar bûn û çûn Qada Jina Azad. Dema ku em gihaştin Qada Jina Azad me laş li erdê dîtin. Ji me re gotin çeteyên DAIŞ’ê ne, ji vir birevin. Bi rê de min ji lawê xwe re got bavê we hîna li sûka sebzeyan e, ka lê bigere. Kurê min got bavê min dikare xwe biparêze.”

Zergê Nebo diyar kir ku bi rê de kurê wê yê mezin bi motorsîkêtê rastî wan hat û wiha jê re gotiye: "Bavê min li sûkê nîşana serkeftinê kiribû, çeteyên DAIŞ`ê jî gule lê barandin û ew şehîd bû.”

Zergê bi domdarî got: "Min ji lawê xwe re got min bibin gel bavê xwe, ez dixwazim wî bibînim. Lawê min got dayê em nikarin biçin, ji ber ku çete ketine bajêr. Lawê min ez derbasî malê kirim û ji min re got hay ji zarokan hebe.  Ez derbasî malê bûm, min satilek av û tasek derxist derve, ji bo dema kesekî tî di rê de biçe û tî be, avê vexwe. Ji nişka ve çete hatin û çeka xwe rastî min kirin, gotin an derbasî hundir bibe yan em ê te bikujin. Piştî çete çûn, şervan hatin, em birin cihekî ewle."

Zergê diyar kir ku şervanên YPJ û YPG’ê heya dawiyê hem şer dikir û hem jî gel diparast û wiha dawî li axaftina xwe anî: “25`ê Hezîranê ji bo me rojeke reş e, roja gola xwînê bû. Em vê rojê tu carî ji bîr nakin. Di salvegerên vê roja reş de dilê her kesî dişewite û dinale. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”

(bb)

ANHA