Kurdên li derveyî welat dê bikarin welatîbûnê wergirin

Berpirsekî hikumeta demkî got di malbatekê de bav dikare daxwaznameya welatîbûyînê ji bo zarokên xwe yên derveyî Sûriyeyê bide.

Kurdên li derveyî welat dê bikarin welatîbûnê wergirin
7 nîsan, 2026   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN
BOTAN HISÊN

Duh (5 Nîsan 2026) li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê navendên qeydkirina daxwaznameyên wergirtina welatîbûnê ji bo şêniyên di dema rejîma berê de ji welatîbûnê hatibûn bêparkirin, hatin vekirin. Pêvajoya qeydkirinê dê heta 6’ê Gulanê berdewam bike. 

Der barê rewşa Kurdên sûriyeyî yên li derveyî welat ên ji mafê hemwelatîbûnê bêpar de, rêveberê giştî yê kar û barên sivîl ê parêzgeha Hesekê Ezîz El Mihêmid ji ajansa me re axivî.

Ezîz El Mihêmid anî ziman ku ji malbatê bav dikare daxwaznameyên welatîbûnê yên zarokên xwe yên derveyî welat, pêşkêş bike. Li kêleka navê wan binîvsîne `Li derveyî welat e` da ku navên wan di belgeyên malbatê de werin qeydkirin.

El Mihêmid îşaret pê kir ku di vê demê de derfet nîn e yek bi yek welatiyên li derveyî Sûriyeyê werin û daxwaznameyên welatîbûnê bibin. Her wiha destnîşan kir ku dê mekanîzmayek were diyarkirin da ku hemû kesên li derveyî welat werin û daxwaznameya welatîbûnê bidin.

El Mihêmid di dewama axaftina xwe de got: “Kesên niha li derveyî Sûriyeyê dikarin piştre jî serdana komîteyên daîmî yên li Şamê bikin da ku bi destê xwe daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin. Ji bo belgeyên wan werin temamkirin dê demek were diyarkirin. Eger were xwestin, rêveberî dikare dema ji bo qeydkirinê hatiye diyarkirin, dirêj bike. Niha, der barê serlêdana bi rêya balyozxane yan ajansên li derveyî welêt de, tu biryarên fermî nehatine dayîn. Em ê daxwazên welatiyan bigihînin hikumetê da ku mekanîzmayê bişopînin.”

(np)

ANHA