Trump: Îranê li ser xebatên venêrîna nukleerê û vekirina Hurmuzê qebûl kir

Serokê Amerîkî Donald Trump diyar kir ku Îranê li ser misogerkirina asteke bilind a venêrîna nukleerê û vekirina Tengava Hurmuzê qebûl kiriye.

Trump: Îranê li ser xebatên venêrîna nukleerê û vekirina Hurmuzê qebûl kir
23 hezîran, 2026   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkî Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Social postek nivîsî û got: "Tevî protestoyên wan û daxuyaniyên wan ên derewîn, kampanyaya xapandina ragihandinê ku hewl dide serkeftina Amerîkayê kêm bike, Îranê bi temamî û bêveger li ser asta herî bilind a venêrîna nukleer a demdirêj (heta hetayê!) qebûl kir. Ev yek dê 'şefafiya nukleer' misoger bike."

Trump wiha li nivîsa xwe zêde kir: "Eger wan li ser vê yekê qebûl nekira, dê danûstandinên din tune bûna! Li ser vê bingehê û li ser tawîzên din ên mezin ên ku Îran pêşkêş kirin, min qebûl kir ku Tengava Hurmuzê vekirî bimîne, bêyî ku dîsa ketina astengiya deryayî were ferzkirin."

Serokê Amerîkî wiha domand: "Ji bo hesabên ku belkî careke din dorpêç were ferzkirin, dê hemû keştî li cihê xwe bimînin, lê ev mijar di vê qonaxê de pir ne gengaz e."

Der barê perên cemidî de Trump nivîsî: "Perên ku ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîkayê ve têne berdan, di hesabek garantî ya di bin çavdêriya Amerîkayê de têne danîn. Ev pere wê ji bo kirîna xurek û pêdiviyên bijîşkî werin bikaranîn. Lê neçarî ye ji Amerîkayê werin kirîn. Her wiha li kêlek xurek û pêdiviyên bijîşkî wê gariz, genim û soya jî ji cotkarên Amerîkî bên kirin."

(fr)