Di Hezîranê de 12 jin li Îranê hatin qetilkirin

HERANAˊyê ragihand ku di Hezîranê de 12 jin li Îranê ji aliyê hevjînên xwe ve hatine qetilkirin.

Di Hezîranê de 12 jin li Îranê hatin qetilkirin
23 hezîran, 2026   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya HERANAˊyê têkildarî tundiya û qetilkirina jinan a li Îranê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di meha Hezîranê de 12 jin hatine qetilkirin.

Her wiha di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tundiya bênavber ya li ser jinê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku qetilkirina jinan ji aliyê hevjînên wan ve hatine kirin.

Hate ragihandin ku piranî jin li bajarê Kerec û Damawend hatine qetilkirin.