Li rojavayê Siwêdayê pevçûn didomin

Li derdora gundê Mecdel ê rojavayê Siwêdayê di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pevçûn didomin. Agahî hene ku kuştî û birîndar hene.

Li rojavayê Siwêdayê pevçûn didomin
23 hezîran, 2026   17:26
SIWÊDA

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku di navbera Hêzên Parêzvanên Niştimanî û endamên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê-çekdarên ji eşîran de li derdora gundê Mecdel ê rojavayê Siwêdayê pevçûn didomin.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên her du aliyan hene, lê tu bîlançoyeke nehatiye bidestxistin.

Nûçegihanê me ji Siwêdayê diyar kir ku hîna pevçûn li herêmê heye û tu aliyek fermî daxuyanî der barê pevçûnan de nedaye.

(fr)

ANHA