Trump: Hizbullah û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wî Îsraîl û Hizbullah îqna kir ku aloziyê kêm bikin, serokwezîr Benjamin Netanyahu razî bû ku leşkeran neşîne Beyrûtê, di heman demê de Hizbullahê jî soz da ku êrişên xwe rawestîne.

Trump: Hizbullah û Îsraîlê li ser agirbestê li hev kir
1 hezîran, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî peywendiyeke telefonî ya "pir berhemdar" bi Netanyahu re, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora xwe ya civakî Truth Social nivîsand, "Tu leşker naçin Beyrûtê û her leşkerên ku berê xwe didan Beyrûtê paşde vedigerin."

Trump anî ziman ku, "Bi heman awayî, bi rêya nûnerên asta bilind, min bi Hizbullah re peywendiyeke pir baş kir û wan li ser agirbesteke tevahî li hev kir. Îsraîl dê êrişî wan neke û ew ê êrişî Îsraîlê nekin."

(fr)