ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-06-2026
2 hezîran, 2026   02:00

- Nivîskarê Kurd Dilovanê Deştê diyar kir ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê têkoşîn were xurtkirin û xwedîderketina li ziman erkek e ku dikeve ser milê hemû Kurdan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzer Rojîn Abdulbaqî Xişo got bi misogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê de dê jin werin parastin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Cotkar îsal bi mewsimê gijnîjê kêfxweş in û dest bi çinînê kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şervana YPJ‘ê Roj Amûdê anî ziman ku armanca wê ya tevlêbûnê fêmkirina rewşa jinan û naskirina nasnameya wan a rasteqîn û parastina mafên jinan e. Roj Amûdê got dê heya mîsogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyeyê dê tê bikoşin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Biryar e di 8`ê Hezîranê de yekem rûniştina parlamentoya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dar bikeve. Pêvajoya avakirina parlamentoyê xwe dispêre desteyên hilbijartinê yên nerasterast û destnîşankirina hin endaman ji hêla Ehmed El Şara ve. Vê yekê nîqaşeke berfireh li ser ka çi qas ev parlamento nûnertiya Sûriyeyê dike, derxistiye holê. Her çend hin kes wê wek gaveke veguhêz dibînin jî, gelek kes jî diyar dikin ku ew îradeya gel nîşan nade.