Trump: Em nêzîkî îmzekirina peymaneke agirbestê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku der barê danûstandinan de Îran "li ser hema hema her tiştî razî bûye" û destnîşan kir ku ew nêzîkî îmzekirina peymaneke agirbestê ne.

Trump: Em nêzîkî îmzekirina peymaneke agirbestê ne
16 nîsan, 2026   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku "Îran li ser hema hema her tiştî razî bûye" û destnîşan kir ku "peymanek berfireh pir nêzîk e."

Trump anî ziman ku Washington û Tehran "pir nêzîk" in ku bigihîjin peymanekê û di danûstandinan de "pêşkeftineke mezin" çêbûye. Trump da zanîn ku civîna bê dibe ku di destpêka hefteya bê de were lidarxistin.

Di dewama axaftina xwe de Trump got Îran li ser hema hema her tiştî razî bûye," û berdewam kir ku "eger peymanek çêbibe, dibe ku ew biçe Îslamabadê."

Di civîneke çapemeniyê de li derveyî Koşka Spî Trump da zanîn ku "Daxuyaniyek me heye, daxuyaniyek pir xurt, ku ew ê heta zêdetirî 20 salan nebin xwediyê çekên nukleerî."

Trump diyar kir ku Tehran niha amade ye ku gavên ku berê red kiribûn biavêje û anî ziman ku "Wan qebûl kiriye ku toza nukleerî li me vegerînin. Îhtîmalek pir baş heye ku em bigihîjin peymanekê."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ew ne piştrast e ka gelo agirbest hewce ye ku were dirêjkirin, û hişyarî da ku heke rêkeftinek neyê bidestxistin, şer dikare ji nû ve dest pê bike.

De rbarê Tengava Hurmuzê de, Trump anî ziman ku, "Dorpêça Tengava Hurmuzê ya ji hêla Amerîkayê ve baş didome" û ev yek nîşan dide ku gihîştina peymanekê dikare bibe sedema kêmbûna bihayên petrolê û kêmkirina enflasyonê.

(fr)