Serokê Parlamentoya Îranê: Cîhan li ber sîstemeke cîhanî ya nû ye

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Xalîbaf diyar kir ku cîhan veguherînên bilez dijî ku rê li ber sîstemeke cîhanî ya nû vedikin, û berxwedana welatê wî di mehên borî de bû sedema lezandina van guhertinên navneteweyî.

Serokê Parlamentoya Îranê: Cîhan li ber sîstemeke cîhanî ya nû ye
16 gulan, 2026   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di postek ku îro li ser platforma "X" hate weşandin de, Xalîbaf got, "Cîhan li ber sîstemeke cîhanî ya nû ye," û gotinên Serokê Çînê Xi Jinping ên ku "guhertinên ku di sedsalekê de nehatine dîtin li seranserê cîhanê lez dibin, bi bîr xist.

Xalîbaf got ku "berxwedana gelê Îranê di 70 rojên borî de bû sedema lezandina vê veguherînê," û diyr kir ku "Siberoj a welatên Başûrê Cîhanê ye."