Trump: Em ê li Îranê bidin û petrola wê desteser bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku DYAˊyê dê îşev êrişek pir bihêz li dijî Îranê bike û wê ji bo kontrolkirina bazarên petrol û gaza Îranê bixebite mîna ya ku bi Venezuelayê re kiriye.

Trump: Em ê li Îranê bidin û petrola wê desteser bikin
11 hezîran, 2026   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser platforma Truth Social nivîsand ku: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê îşev êrişek pir bihêz li dijî Îranê bike (ku hêza xwe ya deryayî, hewayî, radar, parastina hewayî û hemû formên din ên parastinê û her wiha piraniya şiyanên xwe yên êrişkar winda kiriye)."

Trump anî ziman ku: "Di demeke ne dûr de em ê Girava Xerec û deverên din ên binesaziya petrolê bigirin û kontrola tevahî ya bazarên petrol û gaza Îranê bikin, mîna ku me bi Venezuelayê re kir, ku hem ji bo Venezuelayê û hem jî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir baş dixebite."

(fr)