Trump bi Pûtîn re peymanên aborî yên mezin nîqaş dike

Serokê DYA'yê Donald Trump diyar kir ku ew ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna peymanên aborî yên mezin di navbera Amerîka û Rûsyayê de, bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re di nîqaş û dan û standinan de ye.

Trump bi Pûtîn re peymanên aborî yên mezin nîqaş dike
24 sibat, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku ew bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re nîqaşên der barê pêkanîna peymanên aborî yên mezin û bidawîkirina şer li Ukraynayê de, dike.

Trump li ser platforma xwe ya "Truth Social" da zanîn ku dan û standin bi awayekî baş bi rê ve diçin û got wî û serokê Fransayê Emmanuel Macron bi serokên G-7 re axivîne û wan jî daxwaza xwe ya bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê aniye ziman.

(mh/fr)