ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-2-2025
25 sibat, 2025   02:00

Piştî pêla sermayê ya dijwar a li herêmê, êşa koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ku li navenda demkî ya li Tebqayê dimînin, girantir dibe. Ji ber sermayê zêdetirî 110 kes nexweş ketine. BI WÊNE Û DÎMEN

Birîndarên Bendava Tişrînê diyar kir ku berxwedana gel dê serkeftinê bidome û got tevî birîna xwe jî ger were xwestin ew ê careke din berê xwe bidin Bendava Tişrînê. BI WÊNE Û DÎMEN

Nexweşxaneya Giştî ya El Şihêl a kantona Dêrazorê xizmetên tenduristiyê bê pere ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike. Nexweşxana rojane pêşwaziya zêdetirî 200 nexweşan dike û bi dehan neştergeriyan bê pere pêk tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û çalakvanên jin ên Sûriyeyê diyar kir ku projeya jiyana hevbeş û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna dadmendî û wekheviyê modeleke serkeftî ye. Her wiha xwestin ev model li seranserî Sûriyeyê were pêanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi diruşma "Bi pêşengtî û têkoşîna jinên ciwan ên Sûriyeyî em ê Sûriyeya demokratîk ava bikin" forumeke diyalogê li hola Mişwar a Reqayê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Brûsk Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê defin dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê û koçerên Efrînê li taxa Kelasê, sersaxiyê dide malbata şervanê QSD’ê şehîd Herdem Gabar (Beşîr Hesen Mihemed) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Ehmed El Hemadê, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rêveber a kantona Reqa, Meclisa Bajarê Sebxe yê gundewarê başûrê rojhilatê kantona Reqayê vedike, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê der barê Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyî de li pêş avahiya partiyê ya li Reqayê daxuyaniyekê dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê, ji bo nîqaşkirina buhayên derman û lêvegerên "muayene" bijîşkiyê, civînekê li dar dixin, (19:00) BI WÊNE Û DÎMEN