Trump beramberî bidawîkirina şerê li Xezayê pêşniyara aştiyê di navbera Şam û Tel Avîvê de kir

Serokê DYA’yê Donald Trump beramberî bidawîanîna şerê Xezayê, pêşniyara peymaneke aştiyê di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de kir. Trump îdia kir ku armancên wî yên sereke rawestandina şer û rizgarkirina girtiyan e.

Trump beramberî bidawîkirina şerê li Xezayê pêşniyara aştiyê di navbera Şam û Tel Avîvê de kir
8 tîrmeh, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roja Duşemê li Qesra Spî di şîvekê de ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî lê amade bû, anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye Hemas amade ye li Xezayê agirbestê qebûl bike.

Donald Trump ji rojnamevanan re got: “Daxwaza hevdîtinekê dikin û agirbestê dixwazin.”

Trump pirsa ‘astengiyên li pêşiya lihevkirina aştiyê çi ne’ bersivand û got: “Bi min astengiyek tune ye. Her tişt di rêya xwe de ye.”

Rojnameya Israel Hayom ku agahiyên xwe dispêre îşareta çavkaniyên nêzîkî Qesra Spî, ragihand ku serokê DYA’yê Donald Trump pêşniyara lihevkirinekê di navbera Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pêşkêş kiriye. Çavkanî da zanîn ku ev pêşniyar beramberî ku Îsraîl dawî li şerê li Xezayê bîne, hatiye kirin.

Li gorî rojnameyê, Trump nûnerek şandiye Şamê da ku rêkeftinek di navbera her du aliyan de mîsoger bike ku DYA wekî garantor e. Lê nûner û bernameya hevdîtinê aşkera nekirin.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de got: “Armanca serok a sereke ya li Rojhilata Navîn bidawîkirina şerê li Xezayê ye û vegerandina hemû dîlgirtiyan e.”

Karoline Leavitt da zanîn ku nûnerê DYA’yî Steve Witkoff wê vê hefteyê biçe Dohayê ku hevdîtinên nerasterast di navbera Îsraîl û Hemasê de li vir tên kirin.

Trump roja Yekşemê jî gotibû, derfeke nû heye ku di vê hefteyê de lihevhatinek çêbibe.

(bb)