Trump: Amerîka dê bi bihêz beşdarî pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê bibe

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku êrişa li ser Venezuelayê ji ber şert û mercên hewayê çar roj dereng maye. Her wiha got ku Amerîka dê “bi awayek bihêz beşdarî pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê bibe.”

Trump: Amerîka dê bi bihêz beşdarî pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê bibe
3 ÇILE, 2026   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji Fox News re li ser êrişa li ser paytexta Venezuelayê Caracas,  ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores lê hatibûn revandin, axivî.

Trump diyar kir ku êrişên li ser Venezuelayê û girtina Maduro ji bo çar roj berê hatine plankirin, lê şert û mercên hewayê ne guncaw bûn û got, “Em çar roj li bendê man. Me dixwest vê yekê çar roj berê, sê roj berê, du roj berê bikin, lê piştre ji nişkê ve hewa xweş bû û me got, ‘Werin em dest pê bikin.'” Trump got ku Amerîka dê “bi awayek bihêz beşdarî pîşesaziya petrolê ya Venezuelayê bibe.”

Trump got ku wî hefteyek berê bi Maduro re axiviye û jê re gotiye, “Divê tu dev jê berdî, divê tu teslîm bibî.”

Her wisa Serokê DYA’yê diyar kir ku Maduro û hevjina wî di xaniyekî mîna kelehê de hatine girtin û bi keştiyê birine New Yorkê û got, “Li aliyê me çend birîndar hene, lê mirin tune ye. Em dixwazin piştrast bibin ku Venezuela venagere rewşa berê. Maduro û hevjîna wî diçin New Yorkê. Ew li ser keştiyekê ne. Helîkopter dê werin û wan bibin New Yorkê. Ez hêvî dikim ku ew ji helîkopteran hez bikin.”